Em kî ne? Wer sind wir?

KOMELEYA HÎNDEKARIYA KURDÎ  

FEREIN FÜR KURDISCHUNTERRICHT

NAVEROK

Komeleya Hîndekariya Kurdî çi ye?

Armanca Komeleya Hîndekariya Kurdî çi ye?

Komeleya Hîndekariya Kurdî kengî damezirî?

Komeleya Hîndekariya Kurdî çi karî dike?

Komeleya Hîndekariya Kurdî li ku dixebite?

Komeleya Hîndekariya Kurdî çawa dixebite?

Kî Komeleya Hîndekariya Kurdî fînanse dike?

Bibin endamê Komeleya Hîndekariya Kurdî!

Komeleya Hîndekariya Kurdî çi ye?

Koemeleyek xebatên hîndekariyê yên li ser ziman û çanda Kurdistanê dike û bi dildarî dixebite ye. Komele vê xebata xwe li gorî rêzikên damezirandina komeleyan a li Swîsre bi awayekî fermî pêk tîne.

Armanca Komeleya Hîndekariya Kurdî çi ye?

Zarokên kurd ên li Swîsre dijîn hînî zimanê kurdî û çanda welêt bike ku bi awayekî saxlem karibin di nava sazûmana hîndekariya Swîsre de cih bigrin û serkevtî bin. Ji gotina, „Kesên zimanê dayika xwe baş zanibin, ew di hînbû- na zimanên din de jî bi ser dikevin“ hêz digre

û dixwaze zarokên kurd jî bi vê rêkê bigihîne serkevtinê ku di warê integrasyonê da ji wan re bibe alîkar.

Bi zanista ku asîmîlasyon mirovan bê ruh dike û ji civakê dûr dixe, dixwaze zarokên kurd

tevî çanda xwe hînî ya Swîsre bibin ku bi xwediyê nasnamebûnê baştirîn integre bibin û di nava sîstemê de cih bigrin.

Her wiha di dema vegere welat de jî bingehekî wan ê xurt hebe.

Komeleya Hîndekariya Kurdî kengî damezirî?

Di sala 2009an de bi navê Yekîtiya Malbatên Xwendekarên Dibistana Kurdî li kantona Zurichê hat damezirandin.

   Di rêveberiya komeleyê de malbatên xwendekaran û mamosteyên hîndekariyê cih girtin. Di çarçoweya xebatên xwe de, di sala 2014an de rêziknameya xwe û navê xwe guhert. Bi navê nû „Komeleya Hîndekariya Kurdî“ û bi rêzik- nameya nû ji bo fermîkirina hîndekariya kurdî serî li kantonê da û di heman salê de fermîbûn bi dest xist.

Piştî vê bi çend mehan li Baselland û piştî wê bi salekê jî li Baselstadê hîndekariya kurdî hat fermîkirin. di sala 2015an de jî li Bernê û di sala 2017an de li  urgau hat fermîkirin.

Komeleya Hîndekariya Kurdî çi karî dike?

Ji bo zarok, ciwan û kesên gihiştî qursan amade dike û dide.

Pirtûkên dersan û materiyalê di dersan de werin bikaranîn amade dike.

Qursên mamostehiyê saz dike û mamosteyan digihîne.

Serdana malbatên xwendekaran dike û wan jî tev li xebatên zimanê kurdî dike.

Bi zarokan re çalakiyên wekî gerê, bi ciwanan re komkirina alîkariya ji bo zarokên penaber, serdana wargehên penaberan ên li kurdistanê, şahiyên dawiya salê û hwd. li dar dixe.

Komeleya Hîndekariya Kurdî li ku dixebite?

Bi wezareta dibistanên seretayî û navendî yên kantonan re bi awayekî fermî û di nava hevka- riyê de dixebite. Wekî din li cihên pêwîst odeyan kirê dike. Heta niha, li van kantonan xebatên xwe meşandiye: Zug, Zurich, Chur, Lusern, Scha ausen, Cenevre, Bern, Biel, Solothourn, Basel, Wohlen, Winterthur, Frauenfeld…

Komeleya Hîndekariya Kurdî çawa dixebite?

Bi kesên dildar ên di he eyê de herî kêm du saetên xwe ji dil ji bo zarokên kurd û hînde- kariya kurdî vediqetînin dixebite. Rêveberiya

komeleyê her ji du mehan carekê li hev dicive, xebatên kiriye dinirxîne û xebatên li pêşiya xwe plan dike. Beşdarî civînên HSKê yê kantonan dibe. Bi malbatan re dicive û di derbarê xebatên xwe de agahiyan dide.

  Kî Komeleya Hîndekariya Kurdî fînanse dike?

Malbatên rewşa wan dest dide, ji bo her zarokê dişînin dibistanê di seranseriya saleke dibistanê de 200.- CHF (ger ji heman malbatê 2 zarok bin 350.- ger sê zarok bin 400.-CHF) tê dayîn û bi vê tibabê alavên pêwîst ên ji bo hîndekariyê tên kirîn.

Mamoste û xebatkarên komeleyê bi dildarî û bê pere kar dikin.

Endamên komeleyê salê carekê 50.- CHF wekî xelata endamtiyê radizînin ser kontoya komeleyê.

Bibin endamê Komeleya Hîndekariya Kurdî!

Çiqas kes zêde bibin endamê komeleyê û hati- neya komeleyê çiqasî zêdetir bibe, ji bo zarokên kurd wê karibe ewqasî zêdetir kar û xebatê bike. Ji ber nebûna çê ya rewşa diravî ber rehkirin

û kûrkirina vê xebatê her dem qels dimîne. Ji

bo vekirina dibistanên nû, her dem pêwîstî bi dîtina mamosteyên nû ango bi çalakkirina mamosteyan heye. Lê pir zehmet e ku mirov karibe ji bo her dibistanekê 1-2 mamosteyên bi dildarî kar bikin bibîne. Ji bo ew mamoste karibin de- bara xwe ya jiyanî bikin divê bi awayekî diravî werin destekdan.

Ev yek jî dikare bi hatineya ji salaneya enda- man were bidestxistin. Lê ji bo vê divê her kurdekî kurdîhez, welatperwer û gihiştiyê grîngiya hîndekariya zimanê dayikê, xwe bike endamê Komeleya Hîndekariya Kurdî û madî – manewî destekê bideyê ku ev xebat hîn ber rehtir û kûrtir bibe û xizmeteke mezin û bikêrhatî ji bo zarokên kurdan bide.

Ji bo endambûnê, formular di rûpela dawî de ye. Her wiha kesên dixwazin bibin endam û yên dixwazin alîkariya diravî bikin, dikarin li ser vê kontoya komeleyê tişta ji dilê wan dertê razînin:

POSTKONTO DER VEREIN: 89-366702-7 IBAN: CH02 0900 0000 893667027