Archiv der Kategorie: MAL/HOME

VEXWENDNAME JI BO CIVÎNA ENDAMAN

Mitgliederversammlung2017

 

Vexwendname ji bo civîna salane ya

endamên Komeleya Hîndekariya Kurdî

Komeleya Hîndekariya Kurdî salê carekê, piştî destpêkirina sala

hîndekariyê civîna xwe ya ji bo endaman li dar dixe û di derbarê

xebatên xwe de endaman agahdar dike, rêveberiya xwe nû

dike, nêrîn û pêşniyarên endaman di derbarê hîndekarî û

xebatên komeleyê de distîne û xwe digihîne biryarên nû yên ji bo

pêşdebirina sala hîndekariyê. Di vê civînê de biryarên

rêveberiyeke nû, rêziknameyeke nûkirî û pêşniyarên xurtkirina

xebatên nû wê werin gengeşekirin.

Bi vê armancê em dixwazin civîna endaman ya salane roja

29.10.2017 saet di 11:00an de li Dibistana Mettlenê, Dorfstrasse 4,

8152 Opfikon, li dar bixin.

Saet 11.00 – 11.30: Pêşkêşkirina rapora salane, nirxandina raporê, projeyên pêşerojê

Saet 11.30 – 12.00: Rêzika nû, pirs, pêşniyar, hilbijartin

Saet 12.00 – 12.15: Bidawîkirina civînê

Her wiha di heman rojê de, piştî civîna endaman emê bi hev re

xwarineke sivik (Apero) bixwin û pişt re jî li ser rewşa dibistan,

mamoste, xwendekar û grîngiha hîndekariya bi zimanê dayikê,

civîna ji malbatên xwendekaran re saet di 13:00an de li dar bixin.

Em hêvîdar in ku hûn wê roja xwe ji bo civînê veqetînin û bi nêrîn û

pêşniyarên xwe hêzê bidin xebatên kurdî yên li Swîsre.

Bi hatin û beşdarbûna we emê kêyfxweş bibin.

Komeleya Hîndekariya Kurdî

Têbinî!

Endamên dixwazin rêziknameya nû bixwînin, dikarin bi rêka E-Mailê

bixwazin: E-Mail: zimanekurdi2008@gmail.com

Einladung zum Mitgliederversammlung

von Verein für Kurdischunterricht

Der Verein für Kurdischunterricht veranstaltet einmal im Jahr,

nach dem Beginn des Schuljahres, eine Mitgliederversammlung

um die Mitglieder über die Arbeiten des vergangenen Jahres zu

informieren, neue Projekte und die Zukunftspläne vorzustellen.

Während dieser Versammlung wird auch der neue Vorstand und

die neuen Statuten gewählt und Diskussionen geführt, um die

Arbeiten des Vereins zu stärken

Die diesjährige Mitgliederversammlung wird am 29.10.2017, um

11.00 Uhr, im Schulhaus Mettlen, Dorfstrasse 4, 8152 Opfikon,

stattfinden

11.00 – 11.30 Uhr: Jahresrapport, Analyse, Projekte

11.30 – 12.00 Uhr: die neuen Statuten werden besprochen, Abstimmung

12.00 – 12.15 Uhr: Ende

Am gleichen Tag werden wir nach der Mitgliederversammlung einen Apero

vorbereiten und danach um 13.00 Uhr mit der Infositzung für die Eltern der

SchülerInnen beginnen. Folgende Punkte werden thematisiert: die Situation von den

Schulen, Lehrpersonen, SchülerInnen und die Wichtigkeit der Muttersprache.

Wir hoffen, dass Sie sich diesen Mittag freihalten können um uns

Ihre Ansichten und Meinungen mitteilen zu können, damit wir

unsere Arbeit effizienter anpacken.

Wir freuen uns Sie begrüssen zu dürfen.

Verein für Kurdischunterricht

Bitte beachten!

Die neuen Statuen und der Vorstand, der vorgeschlagen wird, kann im Voraus

angefordert werden.

Em kî ne? Wer sind wir?

KOMELEYA HÎNDEKARIYA KURDÎ  

FEREIN FÜR KURDISCHUNTERRICHT

NAVEROK

Komeleya Hîndekariya Kurdî çi ye?

Armanca Komeleya Hîndekariya Kurdî çi ye?

Komeleya Hîndekariya Kurdî kengî damezirî?

Komeleya Hîndekariya Kurdî çi karî dike?

Komeleya Hîndekariya Kurdî li ku dixebite?

Komeleya Hîndekariya Kurdî çawa dixebite?

Kî Komeleya Hîndekariya Kurdî fînanse dike?

Bibin endamê Komeleya Hîndekariya Kurdî!

Komeleya Hîndekariya Kurdî çi ye?

Koemeleyek xebatên hîndekariyê yên li ser ziman û çanda Kurdistanê dike û bi dildarî dixebite ye. Komele vê xebata xwe li gorî rêzikên damezirandina komeleyan a li Swîsre bi awayekî fermî pêk tîne.

Armanca Komeleya Hîndekariya Kurdî çi ye?

Zarokên kurd ên li Swîsre dijîn hînî zimanê kurdî û çanda welêt bike ku bi awayekî saxlem karibin di nava sazûmana hîndekariya Swîsre de cih bigrin û serkevtî bin. Ji gotina, „Kesên zimanê dayika xwe baş zanibin, ew di hînbû- na zimanên din de jî bi ser dikevin“ hêz digre

û dixwaze zarokên kurd jî bi vê rêkê bigihîne serkevtinê ku di warê integrasyonê da ji wan re bibe alîkar.

Bi zanista ku asîmîlasyon mirovan bê ruh dike û ji civakê dûr dixe, dixwaze zarokên kurd

tevî çanda xwe hînî ya Swîsre bibin ku bi xwediyê nasnamebûnê baştirîn integre bibin û di nava sîstemê de cih bigrin.

Her wiha di dema vegere welat de jî bingehekî wan ê xurt hebe.

Komeleya Hîndekariya Kurdî kengî damezirî?

Di sala 2009an de bi navê Yekîtiya Malbatên Xwendekarên Dibistana Kurdî li kantona Zurichê hat damezirandin.

   Di rêveberiya komeleyê de malbatên xwendekaran û mamosteyên hîndekariyê cih girtin. Di çarçoweya xebatên xwe de, di sala 2014an de rêziknameya xwe û navê xwe guhert. Bi navê nû „Komeleya Hîndekariya Kurdî“ û bi rêzik- nameya nû ji bo fermîkirina hîndekariya kurdî serî li kantonê da û di heman salê de fermîbûn bi dest xist.

Piştî vê bi çend mehan li Baselland û piştî wê bi salekê jî li Baselstadê hîndekariya kurdî hat fermîkirin. di sala 2015an de jî li Bernê û di sala 2017an de li  urgau hat fermîkirin.

Komeleya Hîndekariya Kurdî çi karî dike?

Ji bo zarok, ciwan û kesên gihiştî qursan amade dike û dide.

Pirtûkên dersan û materiyalê di dersan de werin bikaranîn amade dike.

Qursên mamostehiyê saz dike û mamosteyan digihîne.

Serdana malbatên xwendekaran dike û wan jî tev li xebatên zimanê kurdî dike.

Bi zarokan re çalakiyên wekî gerê, bi ciwanan re komkirina alîkariya ji bo zarokên penaber, serdana wargehên penaberan ên li kurdistanê, şahiyên dawiya salê û hwd. li dar dixe.

Komeleya Hîndekariya Kurdî li ku dixebite?

Bi wezareta dibistanên seretayî û navendî yên kantonan re bi awayekî fermî û di nava hevka- riyê de dixebite. Wekî din li cihên pêwîst odeyan kirê dike. Heta niha, li van kantonan xebatên xwe meşandiye: Zug, Zurich, Chur, Lusern, Scha ausen, Cenevre, Bern, Biel, Solothourn, Basel, Wohlen, Winterthur, Frauenfeld…

Komeleya Hîndekariya Kurdî çawa dixebite?

Bi kesên dildar ên di he eyê de herî kêm du saetên xwe ji dil ji bo zarokên kurd û hînde- kariya kurdî vediqetînin dixebite. Rêveberiya

komeleyê her ji du mehan carekê li hev dicive, xebatên kiriye dinirxîne û xebatên li pêşiya xwe plan dike. Beşdarî civînên HSKê yê kantonan dibe. Bi malbatan re dicive û di derbarê xebatên xwe de agahiyan dide.

  Kî Komeleya Hîndekariya Kurdî fînanse dike?

Malbatên rewşa wan dest dide, ji bo her zarokê dişînin dibistanê di seranseriya saleke dibistanê de 200.- CHF (ger ji heman malbatê 2 zarok bin 350.- ger sê zarok bin 400.-CHF) tê dayîn û bi vê tibabê alavên pêwîst ên ji bo hîndekariyê tên kirîn.

Mamoste û xebatkarên komeleyê bi dildarî û bê pere kar dikin.

Endamên komeleyê salê carekê 50.- CHF wekî xelata endamtiyê radizînin ser kontoya komeleyê.

Bibin endamê Komeleya Hîndekariya Kurdî!

Çiqas kes zêde bibin endamê komeleyê û hati- neya komeleyê çiqasî zêdetir bibe, ji bo zarokên kurd wê karibe ewqasî zêdetir kar û xebatê bike. Ji ber nebûna çê ya rewşa diravî ber rehkirin

û kûrkirina vê xebatê her dem qels dimîne. Ji

bo vekirina dibistanên nû, her dem pêwîstî bi dîtina mamosteyên nû ango bi çalakkirina mamosteyan heye. Lê pir zehmet e ku mirov karibe ji bo her dibistanekê 1-2 mamosteyên bi dildarî kar bikin bibîne. Ji bo ew mamoste karibin de- bara xwe ya jiyanî bikin divê bi awayekî diravî werin destekdan.

Ev yek jî dikare bi hatineya ji salaneya enda- man were bidestxistin. Lê ji bo vê divê her kurdekî kurdîhez, welatperwer û gihiştiyê grîngiya hîndekariya zimanê dayikê, xwe bike endamê Komeleya Hîndekariya Kurdî û madî – manewî destekê bideyê ku ev xebat hîn ber rehtir û kûrtir bibe û xizmeteke mezin û bikêrhatî ji bo zarokên kurdan bide.

Ji bo endambûnê, formular di rûpela dawî de ye. Her wiha kesên dixwazin bibin endam û yên dixwazin alîkariya diravî bikin, dikarin li ser vê kontoya komeleyê tişta ji dilê wan dertê razînin:

POSTKONTO DER VEREIN: 89-366702-7 IBAN: CH02 0900 0000 893667027